Têkoşerê dêrîn Celîl Gadanî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Têkoşerê dêrîn ê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî îro bi vîrûsa Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Têkoşerê dêrîn ê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî îro bi vîrûsa Koronayê li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.
Li gor daxuyaniyeke Deftera Siyasî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), Celîl Gadanî ji hefteyekê ve li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê di bin çavdêriya bijîşkî de bû, lê îro ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî, canê xwe ji dest da.
Celîl Gadan, sala 1934an li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, têkoşerekî dêrîn e û di dema Komara Kurdistanê li Mehabadê de ciwan bû û ji wê demê ve dest bi têkoşîna siyasî kiribû.
Yekemîn dibistana nehênî ya şevane, di sala 1944an de li mala Celîl Gadanî hat avakirin.
Celîl Gadan sala 1972an xwendina zimanê Fransî li zanîngeha Tehranê bi dawî kir û sala 1984an bû endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê û ji wê demê ve çendîn erk û berpirsatiyên cuda di wê partiyê de di destê wî de bûn.
S. B