Bazarên roja Înê yên Hewlêrê tên girtin
Qeymeqametiya Navendî ya Hewlêrê ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, bazarên rojên Înê yên bajarê digire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qeymeqametiya Navendî ya Hewlêrê ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, bazarên rojên Înê yên bajarê digire.
Li gor biryareke Odeya Operasyonên Hewlêrê, rojên Înê (bazarên milî, meydana firîndeyan, meydanên motorsîkl û duçerxeyan û pêşanghên otombîlan) tên girtin û çûnûhatin lê qedexe ye.
Ev biryara Qeymeqametiya Hewlêrê di çarçoveya berdewamiya rêkarên li dijî vîrûsa Koronayê de tê ku niha li Hewlêrê roj bi roj haletên pêketina bi Koronayê zêde dibe.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 15 hezar û 577 kesan bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 597 kesan canê xwe ji dest dane û 9 hezar û 911 kes jî baş bûne.
S. B