Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Celîl Gadanî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya têkoşerê dêrîn ê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya têkoşerê dêrîn ê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.
Di peyama Serokê Hikûmetê de hat: “Bi mixaniyeke mezin me nûçeya koça dawiyê ya têkoşerê dêrîn ê rojhilatê Kurdistanê mamoste Celîl Gadan bihîst.
Herwiha Serokê Hikûmetê di peyama xwe de got: “Sersaxî û serxweşiyê li malbata we ya birêz dikim. Hêvîdar im xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê jî bi kesûkar û hevalên wî bibexişe.”
Têkoşerê dêrîn û nivîskarê navdar ê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî îro li bajarê Silêmaniyê ji ber vîrûsa Koronayê di 86 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Celîl Gadanî, sala 1934an li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, têkoşerekî dêrîn e û di dema Komara Kurdistanê li Mehabadê de ciwan bû û ji wê demê ve dest bi têkoşîna siyasî kiribû.
S. B