Hêzên Rûsî û Tirkî çavdêriya rewşa li nêzîkî Serê Kaniyê dikin

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojavayê Qamişlo di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li rojavayê Qamişlo di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro gereke çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî ji gundê Şêrik yê ser bi Dirbêsiyê ve û heta bajarokê Zirgan a ser bi Serê Kaniyê ve hat kirin.

Da zanîn jî, di gera çavdêriyê de, 4 zirîpoşên Tirkî, 4 zirîpoşên Rûsî beşdar bûn.

Li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

S. B