Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Dilewer Ajgeyî dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya koça dawiyê ya Silêman Xalid, kurê mezin ê têkoşerê dêrîn Xalid Ajgeyî, peyameke serxweşiyê arasteyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilewer Ajgeyî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Deqa peyaman Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa birêz Dilewer Ajgeyî
Malbata birêz kak Silêman Xalid Ajgeyî
Bi mixabinî nûçe koça dawiyê ya kurê mezin ê têkoşerê dêrîn Xalid Ajgeyî gihîşt me. Sersaxî û serxweşiyê li malbata we ya birêz dikim. Xwedêyê mezin bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
6/ 8/ 2020