K24 li Duhokê diçe nav nexweşxaneya koronayê

Li Duhokê çendîn nexweş li nexweşxaneya koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne, tîmeke K24ê diçe nav wê nexweşxaneyê û li ser rewşa wan, ji nexweşan zanyariyan werdigre.

Li Duhokê çendîn nexweş li nexweşxaneya koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne, tîmeke K24ê diçe nav wê nexweşxaneyê û li ser rewşa wan, ji nexweşan zanyariyan werdigre.

Li nexweşxaneya koronayê nexweşek diyar dike; nêzîkî 13 roj berî niha bi koronayê ketiye û di destpêkê de nizanibûye rewşa wî çawa ye, ji ber nexweşiyê hişê wî li serê wî nebûye û heta baş bibe kurê wî li cem wî bûye.

Derbarê bijîşk û serederiya wan a li gel nexweşan de dibêje; bi saya bijîşkan ew heta niha li ser xwe maye, ti kes xemsarî nekiriye û her tiştê pêwîst bi cih anîne. Herwiha destnîşan dike: “Her kesê ku dibêje korona tine ye, bila were û binêre û vê îşkenceyê bibîne. Bijîşk ji bo me gelek tiştan dikin, Xwedê wan ji me re bihêle.”

Nexweşekî din ê bi navê Husên Hesen dibêje: “Nêzîkî 10 roj in ez bi koronayê ketime, spas bo Xweda ez gelek baştir bûme. Spas bo Xweda hemû bijîşk û tîmên tendirustiyê alîkarên me ne… Korona heye, em çûbûn Hewlêrê û em pê ketin.”

Mueyed Axalî, Berpirsê Tedawiya Pêketiyên Koronayê yê li Nexweşxaneyê diyar dike: “Rewşa nexweşên li vê derê tirsnak nîne, lê pêwîstiya wan bi çavdêriyê heye. Rast e ji bo koronayê dermanekî rasterast tine ye, lê divê em bizanin çi qas bandor kiriye, nexweşên ku li vê derê ne, nexweşiyê bandor li ser wan kiriye.”

Bi giştî 13 nexweş li vê nexweşxaneyê hene, yek ji wan li ser amûra bêhnstandinê ye û yên din jî pêwîstiya wan bi çavdêriya bijîşkî heye.

 

Î.A