Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Celîl Gadanî

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sersaxiya malbata pêşmerge û têkoşerê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî xwest.

K24 – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, sersaxiya malbata pêşmerge û têkoşerê rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî xwest.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Sersaxî û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Celîl û hemû xizm û kesûkarên we radigihînim û beşdarê xema we me.”

Peyama sersaxî ya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Celîl Gadanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz Kak Celîl Gadanî

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya têkoşer û niştimanperwerê navdar û rewşenbîrê Kurdistanê, xwedê jêrazî Celîl Gadanî gihîşt me.

Sersaxî û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Celîl û hemû xizm û kesûkarên we radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê pak ê Kak Celîl bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîun (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

06.08.2020