Wezîrê Navxwe û Nûnera NYê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê li ser çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
K24 – Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê li ser çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Rêber Ehmed, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê civînek pêk anîn.
Di civînê de asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rewşa niha ya aware û penaberan, hewldanên dawî yên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin axaftin.
Her du aliyan kêfxweşiya xwe derbarê civînên navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûra Iraqê, nîşan dan. Bi taybetî jî li ser asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji wan jî bi taybetî rewşa Kerkûk û Şingalê.
Herwiha başkirina rewşa aware û penaberên li kampan û hewldanên ji bo vegerandina wan awareyan bo cih û warên wan, mijareke din a civînê bû.
Î.A