Li Serê Kaniyê 20 kes di teqînekê de birîndar bûn

Li Serê Kaniyê komeke çekdaran bi narincoyekê êrîşî dawatekê kir û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Serê Kaniyê komeke çekdaran bi narincoyekê êrîşî dawatekê kir û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Çalakvanan girtevîdyoyek li tora civakî belav kir û gotin ku komeke çekdarên ser bi Tirkiyê ve narincoyek avêt nava dawatekê û di encama teqîna wê nerincoyê de 20 kes birîndar bûn.

Çalakvanan dan zanîn, hejmarek birîndar ji ber giraniya birînên wan, bi ambulansan ji bo nexweşxaneyên bajarê Rihayê hatin veguhastin.

Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Mijdara 2019an ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her çend rojan teqînek lê tê kirin û kesên sivîl dibin qurbanî.

 

S. B