Li rojavayê Kurdistanê 12 kes bi Koronayê ketin û kesekî jî canê xwe ji dest da

Li rojavayê Kurdistanê kesekî din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da û 12 kesên din bi wê vîrûsa ketin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li rojavayê Kurdistanê kesekî din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest da û 12 kesên din bi wê vîrûsa ketin.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa  îro di daxuyaniyekê de ragihand, 12 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin, 8 kes li Qamişlo, kesek li Til Koçer û 3 kes jî li Reqayê ne. Hewiha 4 pêketî jin in û 8 pêketî jî mêr in.

Dr. Ciwan Mustefa piştre jî ragihand, kesekî ku pêştir li herêma Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketibû û hatibû ragihandin, îro canê xwe ji dest da.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê, tevî ragihandina qedexeya giştî ya çûnûhatinê li gelek navçeyan, lê hejmara pêketiyên Koronayê rojane zêde dibe.

Bi van haletên nû re, hejmara kesên ku heta niha li rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser bi vîrûsa koronayê ketine, gihîşt 66 kesan, ji wan jî 3 kesan canê xwe ji dest dane.

 

S. B