Li Xaneqînê di êrîşeke DAIŞê de serbazekî Kurd şehîd bû
Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke Iraqî li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de serbazekî Kurd şehîd bû û 4 serbaz jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke Iraqî li qezaya Xaneqînê kir û di encamê de serbazekî Kurd şehîd bû û 4 serbaz jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên ketine destê Peyamnêrê K24ê li Kelar, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li gundê Şêrik ê Xanqînê êrîşî ser hêzeke taybet a Iraqê kir û di encamê de serbazek şehîd bû û 4 serbaz jî birîndar bûn.
Peyamnêrê me da zanîn, serbazê şehîd bûye kesekî Kurd e û navê wî Ceza Fetah Caf e û ji qezaya kelar e.
Di dema dawî de çendîn car in çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî li gundê Şêrik ê Kurdnişîn dikin, berî cejna Qurbanê jî çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzeke Iraqî li wî gundî kir û di encamê de serbazek hat kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.
Her çend e di vê dawiyê de gelek hêzên Iraqî, Polîsa Asayişa Federalî û Heşda Şeibî li Xaneqînê hatine bicihkirin, lê tevgera teroristên DAIŞê li wê navçeyê li dijî hêzên Iraqî, Pêşmerge, asayiş û xelkê berdewam e.
S. B