Hejmara miriyên teqîna Bêrûdê zêde dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê ragihand; hejmara welatiyên ku di encama teqîna Bêrûdê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 154 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Lubnanê ragihand; hejmara welatiyên ku di encama teqîna Bêrûdê de jiyana xwe ji dest dane, gihişt 154 kesan.

Hejmara miriyên ji ber teqîna 3 roj berê ya li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê, her ku diçe zêde dibe.

Li gor nûçeya ajansa NNA ya Lubnanê, Dr. Hemed Hesen ragihandiye ku hejmara welatiyên ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 154 kesan.

Dr. Hemed Hesen eşkere kiriye; divê ji 5 hezar welatiyên birîndar, ji sedî 20ê wan bo nexweşxaneyan werin veguhestin û rewşa 120 welatiyên birîndar giran e.

Di 4ê Tebaxa 2020an de li bêndera Bêrûdê, di depoya hejmara 12an de ku têde madeyên teqemeniyê hebûn, agir derketibû û piştre teqîneke bihêz qewimîbû, ku hemû bajarê Bêrûdê hejandibû.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment