Li Tirkiyê 1185 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 813 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 5 hezar û 813 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1185 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 238 hezar û 450 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1028 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 221 hezar û 574 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Zêdebûna hejmara nexweşên me yên nû, berdewam e. Hejmara nexweşên me yên ku baş bûne, weke duh, ji hejmara nexweşên me yên nû kêmtir e. Hejmara pişkinînên me jî her ku diçe zêde dibe. Heta em bikarin hejmara pêketiyan kêm bikin, divê em di tedbîran de hişyar bin. Agahiyên xweş bi tedbîrên tund ve girêdayî ne.”

 

Î.A