16 kesên din li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketin
Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de jî 16 kesên din bi wê vîrûsa ketin û kesekî jî canê xwe ji dest da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de jî 16 kesên din bi wê vîrûsê ketin û kesekî jî canê xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 16 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine. Haletên hatine tomarkirin, 11 kes li Hesekê, 3 li Qamişlo, kesek li Kobanî û kesekî din jî li Dêrazorê ye.
Dr. Ciwan Mustefa ragihand da zanîn, li Hesekê pêketiyekî Koronayê yê 83 salî jî canê xwe ji dest da.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 82 kesan, ji wan jî 4 kesan canê xwe ji dest dane.
Pêştir Hevserokê Desteya Tendirustiyê ragihanfibû, tevî ragihandina qedexeya giştî ya çûnûhatinê li gelek navçeyan, lê hejmara pêketiyên Koronayê rojane zêde dibe.
S. B