Rewşa 55 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneyeke Hewlêrê giran e

Rêvebirê Nexweşxaneyeke Hewlêrê aşkere dike, niha rewşa tendirustiya 55 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya wan ne cîgir e û cihê nemaye ku nexweşên nû werbigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Nexweşxaneyeke Hewlêrê aşkere dike, niha rewşa tendirustiya 55 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya wan ne cîgir e û cihê nemaye ku nexweşên nû werbigirin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Îmarat ya taybet bi Koronayê Dr. Şaxwan Xeylanî ji K24ê re ragihand, niha rewşa tendirustiya 55 pêketiyên Koronayê li nexweşxaneya wan ne cîgir e û dibin çavdêriy bijîşkî de ne.

Dr. Şaxwan Xeylanî da zanîn jî, piraniya kesên serdana nexweşxaneyan dikin, nîşanên nexweşiyê yên giran li wan hene û pêwîstiya wan bi oksocînê û çavdêriya hûrbînî heye.

Herwiha got jî: Niha nikarin ti nexweşekî din li nexweşxaneya xwe werbigirin, bi hêvî ne hin nexweşan çareser bikin û vegerînin malê, ji bo bikarin hejmareke din a pêketiyên giran werbigirin.

Ev di demekê de ye, heta niha li Herêma Kurdistanê 16 hezar û 497 kesan bi Koronayê ketine, ji wan 623 kesan canê xwe ji dest dane û û 10 hezar pêketî baş bûne.

 

S. B