Mustefa Kazimî serdana Amerîka dike û bi Trump re dicive

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî hefteya bê bi serokatiya şandekê serdana Amerîka dike û bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî hefteya bê bi serokatiya şandekê serdana Amerîka dike û bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Koşka Sipî ragihand, Serok Donald Trump roja 20ê  Tebaxê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dike.

Di daxuyaniya Koşka Sipî de hatiye, serdana Kazimî ji her du welatan re di demeke hestiyar de ye ku her welat di hevahengiya ji bo jinavbirina DAIŞê û rûbirûbûna pandemiya Koronayê de berdewam in.

Di daxuyaniya Koşka Sipî de hat gotin: “İraq û Amerîka du hevpeymanên nêzîk in”. Herwiha behsa wê yek jî hat kirin: Amerîka û Iraq guftûgoyan derbarê firehkirina pêwendiyên xwe di warên ewlehî, enerjî, tendirustî û aboriyê de dikin.

 

S. B