Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li Zaxo armanc dike

Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîleke sivîla li qezaya Zaxoyê li ser riya Derkar û Batîfa armanc kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li qezaya Zaxoyê li ser riya Derkar û Batîfa armanc kir.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, îro firokeyeke şer a Tirkiyê otombîlek li ser riya Derkar û Batîfa armanc kir û li gor zanyariyan, ti ziyanên canî nebû.

Got jî: Reng e bombebaran bi riya “Laser” hate kirin, ne mûşek be, ji ber ku ti cihê mûşekê li otombîlê diyar nabe û tenê otombîl şewitiye.

Rêvebirê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa ji K24ê re ragihand, du kes di nava otombîlê de bûn û her du bira ne û ew ji gundê xwe diçûn nahiya Batîfa.

Ji nîva meha Hezîrana bûrî ve operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdisanê berdewam e û ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de, ziyanên mezin gihîştine xelkê wê deverê û hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

  

S. B