Li rojavayê Kurdistanê pêketina 4 kesên din bi Koronayê hat ragihandin

Li rojavayê Kurdistanê îro piştî ku vê sibê pêketina 16 kesan bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, Desteya Tendirustiyê pêketina 4 kesên din jî ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li rojavayê Kurdistanê îro piştî ku vê sibê pêketina 16 kesan bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, Desteya Tendirustiyê pêketina 4 kesên din jî ragihand.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa  îro di daxuyaniyekê de ragihand, 4 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine.

Dr. Ciwan Mustefa da zanîn, her çar pêketiyên nû jin in û li herêma Şehbayê ne.

Her îro jî, Hevserokê Desteya Tendirustiyê pêketan 16 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê û mirina pêketiyekî jî ragihandibû.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 86 kesan, ji wan jî 4 kesan canê xwe ji dest dane.

 

S. B