6 gundên din jî li Herêma Kurdistanê hatin bombebarankirin
Ji ber şer û pevçûnên navbera çekdarên PKKê û Tirkiyê, gundên sînorî yên li navçeya Zaxoyê yên bi navên Banik, Minîn, Evle, Pîrbila, Çemkurk û Bandro ji aliyê topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatin topbarankirin û bombebarankirin
K24 – Zaxo
Ji ber şer û pevçûnên navbera çekdarên PKKê û Tirkiyê, gundên sînorî yên li navçeya Zaxoyê yên bi navên Banik, Minîn, Evle, Pîrbila, Çemkurk û Bandro ji aliyê topxane û firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatin topbarankirin û bombebarankirin.
Dilşêr Ebdusetar, Rêveberê Nahiya Batîfa ku ew 6 gund dikeve nav sînorên wê nahiyeyê, ji K24ê re ragihand: “Topbaran û bombebaranên Tirkiyê li wan gundan, di 7:00ê serê sibeha îro de dest pê kirin û bi 40 gulletop û çend car jî ji aliyê firokeyan ve hatin armanckirin. Ev ji bilî êrîşkirina helîkopterên leşkerî yên Tirkiyê, ku ji ber wan zirareke mezin gihişt rez û bax û daristanên wan gundan û agir pê ket.”,
Li ser vê mijarê, welatiyekî ku bûye şahidê rûdanê, ji K24ê re ragihand: “Firoke ew qas nizm bûn, ku me ji tirsan destê xwe li wan bilind kir, da ku bizanin em welatiyên sivîl in û gerîlayên PKKê nînin.” Herwiha dibêje: “Liv û tevgera PKKê li wan gundan hebû, ji bilî topbaran û bombebaranên firokeyên şer, me dengên çekên biçûk û navîn jî dibihîst, ku şer di navbera her du aliyan de pêk dihat.”
Li gor zanyariyan, ji wan 6 gundên ku îro ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bûne armanc, tenê şêniyên gundê Banik li gundê xwe mane, nişteciyên her 5 gundên din, cih û warên xwe terk kirine.
Î.A