Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd kir

Serok Mesûd Barzanî êvara roja şemiyê 8ê Tebaxa 2020an bi rêya telefonê, peywendî bi birêz Mihemed Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

K24 – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî êvara roja şemiyê 8ê Tebaxa 2020an bi rêya telefonê, peywendî bi birêz Mihemed Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir.

Di vê peywendiyê de Serok Barzanî pîrozbahiya salvegera çil û çar saliya damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê li Mihemed Hacî Mehmûd sekreter û serkirdayetî û kadîr û endam û alîgirên wê partiyê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan xwest.

Herwiha di vê peywendiya telefonî de tekez li ser birayetî û hemahengiya her du aliyan ya ji bo pêkanîna berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê kirin.

Fly Erbil Advertisment