Li Kobaniyê ji bo xweparastina ji Koronayê biryarên nû hatin ragihandin
Piştî ku li bajarê Kobaniyê yekem nexweşê Koronayê hat tomarkirin, Rêveberiya Xweser hin biryar û rênimayên ji bi xweparastina ji wê vîrûsê derkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku li bajarê Kobaniyê yekem nexweşê Koronayê hat tomarkirin, Rêveberiya Xweser hin biryar û rênimayên ji bi xweparastina ji wê vîrûsê derkirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser duhî pêketina 20 kesan bi vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdisanê ragihandibû, yek ji nava wan li bajarê Kobaniyê bû. Ji bo rêgirtin li belavbûna vîrûsê û li Kobaniyê, Şaneya Aloziyê hin biryar û rênimayên nû ji bo 10 rojan derkirin. Ev biryar ji 8ê Tebaxê û heta 18ê Tebaxa 2020an tên bicihkirin.
- Çûnûhatin di navbera Kobaniyê û herêmên de qedexe ye. Tenê rewşên nexweşiyên giran, madeyên tendirustî û tankerên petrolê, madeyên xwarinê û rêxistinên mirovî ji biryarê der in.
- Kombûn li tevahî holên şahî, werzîş, qehwexane, parkên giştî û taybet qedexe ye.
- Xwaringeh tenê li ser pêkanîna xwastekên derve û li gorî şertên aştiya giştî dixebitin.
- Lidarxistina baweriyên olî li cihên perestgehan mîna nimêj û mewlûdan qedexe ye.
- Lidarxistina konê sersaxiyê qedexe ye.
- Serdana li nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.
- Xebata perwerdê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan, peymangehên taybet û akademiyan qedexe ye.
- Hejmara karkeran li saziyên Rêveberiya Xweser li gorî pêwîstiyê tê kêmkirin. Ji bilî saziyên ku karên wan her tim pêwîst e.
Li rojavayê Kurdistanê heta niha hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 86 kesan, ji wan jî 4 kesan canê xwe ji dest dane.
S. B