Li Kirmanşanê erd hejiya
Li navçeyên Germiyan, Xaneqîn û rojhilatê Kurdistanê erd hejiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojhilatê Kurdistanê û navçeyên Germiyan, Xaneqîn û erd hejiya.
Li gor zanyariyan, li navçeyên Gêlana Rojava, Qesir Şîrîn û Serpîl Zahaw li parêzgeha Kirmanşanê ya rojhilatê Kurdistanê erd bi tundiya 5.1 li pîvera Rîchterê hejiya.
Li navçeyên Germiyan, Xaneqîn û Kalar ên başûrê Kurdistanê jî hest pê hat kirin.
Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên erdhejê nehatine ragihand.
S. B