Li Herêma Kurdistanê 542 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 542 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 17 kesan jî canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 542 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 17 kesan jî canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 542 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 285 kes li Hewlêrê, 56 kes li Silêmaniyê, 216 li Germiyanê, 160 kes li Duhokê û 16 li Helebceyê ne.

Amaje bi wê jî da, 17 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 10 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, kesek li Germiyanê û kesek li Helebceyê bûn. Herwiha 141 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.

Amarên giştî:

Pêketin: 17039 (Hewlêr: 6205, Silêmanî: 9093, Duhok: 1204, Helebce: 537)

Mirin: 648 (Hewlêr: 180, Silêmanî: 451, Helebce: 9)

Başbûn: 10143 (Hewlêr: 3597, Silêmanî: 5620, Duhok: 455, Helebce: 471)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

                                             

S. B