Li Iraqê 82 kesan ji ber koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 82 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 726 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Herwiha 2 hezar û 271 kes jî baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 9ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 150 hezar û 115 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 107 hezar û 775 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 551 kes li nexweşxaneyên Iraqê di bin çavdêriya hûrbînî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 392 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A