18 kesên din li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketin
Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de jî 18 kesên din bi wê vîrûsê ketin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe, di 24 demjimêrên bûrî de jî 18 kesên din bi wê vîrûsê ketin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 18 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine.
Diyar kir jî, haletên hatine tomarkirin wiha ne: 2 kes li Hesekê. 9 li Qamişlo. Keseke li Rimêlanê. 2 kes li Dêrazorê. 3 kes li Kobaniyê. kesek li Reqayê.
Dr. Ciwan Mustefa ragihand jî, 5 pêketiyên Koronayê baş bûne, bi giştî heta niha 10 kes baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 119 kesan, ji wan jî 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, qedexeya çûnûhatinê ya giştgîr ji roja 6ê vê mehê ve û ji bo 14 rojan li herêma Cizîrê hatiye ragihandin, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, pabendbûna welatiyan bi biryarên qedexeyê û rênimayên xweparêstinê ne di asta daxwazan de ye.
S. B