Li Necefê bîreke mezin a petrolê hat dîtin
Parêzgarê Necefê ragihand; li gor lêkolînên destpêkê, bîreke mezin a petrolê li devera Rehban, li nizmahiya deryaya Necefê hat dîtin
.jpg)
K24 – Hewlêr
Parêzgarê Necefê ragihand; li gor lêkolînên destpêkê, bîreke mezin a petrolê li devera Rehban, li nizmahiya deryaya Necefê hat dîtin.
Duh roja yekşemê 9ê Tebaxa 2020an, tîmeke lêkolînê û hejmarek endamên parlementoya Iraqê li ser vê mijarê li gel Luey Yasirî, Parêzgarê Necefê civiyan.
Luey Yasirî di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Ji bo lêkolînên pisporan, li devera Rehbanê dê çadireke mezin were danîn û piştre em ê biçin Bexdayê û li gel Wezîrê Petrolê behsa wê yekê bikin ku em dikarin vê mijarê çawa pêşve bibin.”
Di van demên dawî de li devera Rehban, ku 75 kîlometre ji bajarê parêzgeha Necefê dûr e, çend cihên erd derizîne û agir û gaz ji nava erdê derdikevin derve.
Deryaya Necefê, dirêjiya wê 60 mîl û paniya wê 30 mîl e, navenda kûrahiya wê jî digihîje 40 mîlan, di van salên dawî de ava wê gelek kêm bûye û ji ber guherîna keş û hewayê jî, rûbirûyî hişkbûnê bûye.
Î.A