Wezîreke din a Lubnanê îstîfa kir
Marî Kilawd Necm, Wezîra Dad a Lubnanê dest ji kar kişand
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Marî Kilawd Necm, Wezîra Dad a Lubnanê dest ji kar kişand.
Wezîra Dad a Lubnanê yek ji wan rayedarên Lubnanê ye ku xwepêşanderên Bêrûdê ji ber teqînê gelek rexne lê dikirin.
Marî Kilawd Necm wezîra sêyem e ku piştî teqîna li bajarê Bêrûdê dest ji kar dikişîne, berî niha Wezîrên Ragihandin û Jîngehê dest ji kar kişandibûn.
France Press eşkere kiriye; Marî Kilawd Necm nameya îstîfaya xwe ji Hesen Diyab, Serokwezîrê Lubnanê re şandiye.
Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyên hin rayedar û medyakaran, xemsariya hikûmeta Lubnanê bûye sedema teqînê.
Î.A