Li Lubnanê wezîrekî din jî dest ji kar kişand

Wezîrekî din ê hikûmeta Lubnanê dest ji kar kişand û hikûmet nêzîkî hilweşînê ye

K24 – Hewlêr

Wezîrekî din ê hikûmeta Lubnanê dest ji kar kişand û hikûmet nêzîkî hilweşînê ye.

Xazî Weznî, Wezîrê Darayî, bû wezîrê çarem ê hikûmeta Lubnanê ku piştî teqîna roja sêşemê ya li Bêrûdê, îstîfa dikin.

Berî Xazî Weznî, Wezîrê Darayî, Marî Kilawd Necm, Wezîra Dadê, Dîmyanos Qetar, Wezîrê Jîngeh û Menal Ebdusemed, Wezîra Ragihandinê dest ji kar kişandibûn.

Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 154 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniyên hin rayedar û medyakaran, xemsariya hikûmeta Lubnanê bûye sedema teqînê.

Ji ber teqîna Bêrûdê û zexta xwepêşanderan li ser hikûmetê, hikûmeta Lubnanê nêzîkî hilweşînê ye, ku ji 20 wezîran pêk tê û ji bo hilweşînê, divê ji sisêyan yek, dest ji kar bikşînin.

Li gor medyaya Lubnanê, Hesen Diyab, Serokwezîrê Lubnanê ji bo hilweşandina hikûmeta xwe, amadekariyan dike.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment