PDK salvegera damezirandina xwe bi awayekî cuda dike

Li şûna kombûnên cemawerî bi boneya salvegera 74emîn a damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), PDKê dest bi hilmeta hişyariya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li şûna kombûnên cemawerî bi boneya salvegera 74emîn a damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), PDK dest bi hilmeta hişyariya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dike.

Ji bo wê armancê jî, çendîn tîm û komîte serperiştiya wê hilmetê dikin û ew hilmet hefteyekê berdewam dike.

Di wê derbarê de Berpirsê Liqê 2 ê PDKê Ehmed Kanî ji K24ê re ragihand, di salvegera PDKê de ti kombûnên cemawerî nayin kirin û li şûna wê, hilmeta hişyarî û rûbirûbûna vîrûsa Koronayê destpê dike û 8 rojan jî berdewam dibe.

Vîrûsa Koronayê hemû cejn, bîranîn û bone rawestandin, herwiha kombûnên cemawerî jî ji tirsa wê vîrûsê nayin encamdan, salvegera partiyan jî tenê bi pîrozbahîkirina ji dûr ve tên kirin, lê PDKê dixwaze bi rûbirûbûna Koronayê hevkariyê bi hikûmetê re bike û bi riya kadro û alîgirên xwe hişyariya zêdetir belav bike.  

 

S. B