PDK û YNKê çend pirsan guftûgo dikin

Îro şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Dûkanê dicivin û çend pirsên girîng guftûgo dikin.

K24 – Navenda  Nûçeyan

Îro şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Dûkanê dicivin û çend pirsên girîng guftûgo dikin.

Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, biryar e îro li havîngeha Dûkanê şandên PDKê û YNKê bicivin.

Asayîkirina pêwendiyên dualî, rawestandina êrîşên ragihandinê yên li hember hev, yekhelwestiya li hember Bexdayê û piştevanîkirina YNKê li pêngavên hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijarên civînê dibin.

Li gor zanyariyan jî, şanda PDKê ji endamên Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemd û endamê Encûmena Serkirdatiyê Elî Husên pêk tê.

Şanda YNKê jî ji Rizgar Elî, Şalaw Elî Esker û Xesro Gul Mihemed pêk tê.

 

S. B