Kesekî din li rojavayê Kurdistanê bi Koronayê canê xwe ji dest da
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser amarên pêketina bi vîrûsa Koronayê ên di 24 demjimêrên bûrî de ragihandin û da zanîn ku 19 pêketiyên din û haleteke mirinê hatine tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser amarên pêketina bi vîrûsa Koronayê ên di 24 demjimêrên bûrî de ragihandin û da zanîn ku 19 pêketiyên din û haleteke mirinê hatine tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mustefa îro di daxuyaniyekê de ragihand, 19 kesên din li herêmên wan bi vîrûsa Koronayê ketine.
Diyar kir jî, haletên hatine tomarkirin wiha ne: 4 kes li Hesekê. 9 li Qamişlo (3 ji wan karmendên tendirustiyê ne). Kesek li Til Hemîsê û 5 kes jî li herêma Şehbayê.
Dr. Ciwan Mustefa ragihand jî, pêketiyekî Koronayê li herêma Cizîrê canê xwe ji dest da.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 138 kesan, ji wan jî 6 kesan canê xwe ji dest dane.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, qedexeya çûnûhatinê ya giştgîr ji roja 6ê vê mehê ve û ji bo 14 rojan li herêma Cizîrê hatiye ragihandin, berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin, pabendbûna welatiyan bi biryarên qedexeyê û rênimayên xweparêstinê ne di asta daxwazan de ye.
S. B