Serokê Hikûmetê sersaxiyê li malbata hunermend Sabîr Kurdistanî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr bi boneya koça dawiyê ya hunermend Sabîr Kurdistanî, peyameke sersaxiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr bi boneya koça dawiyê ya hunermend Sabîr Kurdistanî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat: “Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê niştimanperwer yê navdar Sabîr Kurdistanî me bihîst. Pirse û serxweşî li malbata wî ya birêz dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyabûnê bi kesûkar û hevalên wî bibexişe.

Hunermendê Kurd Sabîr Kurdistanî duhî li bajarê Silêmaniyê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dabû.

Sabîr Kurdistanî, navê wî Sabîr Mihemed Ehmed e û sala 1955an li bajarê Kerkûkê ji dayik bûbû.

 

S. B