Li Efrînê 2 jin û zarokekî hatin kuştin
Li bajarê Efrînê 2 tawanên hovane rû dan û di 3 rojên bûrî de ji ber sedem û nakokiyên civakî, 2 jinên genc û zarokekî hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Efrînê 2 tawanên hovane rû dan û di 3 rojên bûrî de ji ber sedem û nakokiyên civakî, 2 jinên genc û zarokekî hatin kuştin
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, roja 8ê Tebaxê li taxa Eşrefiyê ya Efrînê kesekî bi navê Ebdulqadir Cemîl Qurmiz bi alîkariya xwişka xwe, jina xwe Istirvan Enwer Bakîr di mala bavê wê de bi kêrê kuşt.
Li ser bûyerê wî jêderî got: Ji ber nakokiyên malbatî, Istirvan ji mala mêrê xwe ya li gundê Celemê çûbû mala bavê xwe li Efrînê, piştre Ebdulqadir û xwişka xwe ketin dû wê û derfet dîtin û Istirvanê di mala bavê wê de bikujin.
Diyar kir jî, dema tawanbar Ebdulqadir û xwişka xwe direviyan, li rêbenda bajarokê Cindirês hate girtin û niha li cem hêzên istixbarata Tirkiyê ne.
Li gor zanyariyên jêderê K24ê, bûyera kuştinê ji ber sedemên civakî û nakokiyên di navbera mêr û jinê de bû.
Heman jêderî da zanîn jî, duhî li nêzîkî gundê Dêrsiwanê yê li navçeya Şera, termê jinekê bi nave Gulê Xelîl Ferec û zarokekî 14 salî bi navê Bekir Fuad Şêx Salih hatin dîtin.
Herwiha diyar kir: Hat zanîn ku Hemê Berazî Şêx Salih hevjîna xwe Gulê û kurê pismamê xwe yê 14 salî Bekir kuştine û heta niha sedema kuştinê wan her duyan nayê zanîn.
S. B