Li rojavayê Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 6 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 6 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 6 kesên din li herêma Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketine.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 144 kesan, ji wan jî 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Her çend e vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê dereng belav bû, lê di çend rojên bûrî de, hejmara haletên pêketina bi wê vîrûsê zêde bûne.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê de, li piraniya herêmên bajarên rojavayê Kurdistanê tedbîrên xweparastinê û qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.
S. B