Wezareta Rewşenbîrî û Lawan: Bi projeyên stratejî yên xizmetkirina lawan berdewam dibin
Bi boneya Roja Cîhanî ya Lawan, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de tekez dike, ew bi projeyên stratejî ya xizmetkirina lawan û geşekirina xewn û karînên wan û beşdariya wan di biryaran de berdewam dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya Roja Cîhanî ya Lawan, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de tekez dike, ew bi projeyên stratejî ya xizmetkirina lawan û geşekirina xewn û karînên wan û beşdariya wan di biryaran de berdewam dibin.
Di daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de hat: Di dawiya sala 1999an de Netewên Yekgirtî roja 12ê Tebaxê wek Roja Cîhanî ya Lawan nas kir. Armanca wê jî, kişandina bala biryarbidestan li seranserî cîhanê li ser pirsgirêk û pêwîstiyên lawan û handana wan bo danîna planên stratejî û karnemayên pêwîst ji vê çîna girîng a civakê re. Durişma sereke ya vê bîranîn îsal (beşdarîkirina lawan ji bo karên cîhanî) ye, armanc jî ji vê durişmê ew e, girîngiya beşdariya lawan di biryarên siyasî de çi li ser asta navxweyî û xwecihî û çi li ser asta derveyî û cîhanî ye. Herwiha girîngiya beşdariya wan di navendên biryarê û damûdezgehên fermî de.
Di beşeke din a daxuyniyê de hat: Bi vê boneyê, em di Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de, ji bilî pîrozbahiyê li çîna lawan dikin, di heman demê de radigihînin, her ji destpêka bikarbûna vê kabîneyê be, me dest bi bername û projeyek têr û tijî ji bo xizmetkirina lawan kir, lê ji ber qeyrana darayî û derketina pandemiya Koronayê û rawestandina hemû cure çalakiyan û civînan, me nikarî beşeke kêm a plana me pêşkêşî keç û lawên welatê xwe bikira. Bi hêviya bi dawîhatina vê qeyranê re, bi hevahengiya aliyên nexweyî û navdewletî erkên xwe yên niştimanî û hikûmî bicih bikin û hevkar bin ji bo peydakirina zemînê ji bo geşekirina xewn û karînên lawan û beşdariya wan a aktîv di biryardan û serkirdayetîkirinê de, ji ber ku wek çawa niha çalaktirîn çîna civakê ne, ji bo pêşerojê jî hêviya bihêz a civakê ne. Ji ber wê, xizmetkirina lawan û bicihkirina armancên wan û beşdariya wan di biryaran de, dariştina bingeheke bihêz ji pêşeroja her civakekê re ye.
Di dawiyê de Wezareta Rewşenbîrî û Lawan dibêje: Ji bilî ku pîrozbahiya li law û keç û kurên Kurdistanê dikin, spasiya her du rêxistinan UNFPA û UNICEF dikin ku bi berdewamî hevkariyên navendên werziş û lawan bûn di kar û çalakiyên wan de û b I hêviya firehbûn û başkirina karê hevbeş. Di heman demê de soza xwe dubare dikin ku li gor karînên xwe berdewam dibin di projeyên stratejî yên xizmetkirina lawan de.
S. B