Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 8 kes ji Efrînê revandin

Li Efrînê zincîreya revandina welatiyan ji aliyên grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e û çekdaran vê carê 8 kes ji du gundên Efrînê revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê zincîreya revandina welatiyan ji aliyên grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve berdewam e û çekdaran vê carê 8 kes ji du gundên Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar Feyleq El Şam ji roja 8ê tebaxê ve 2 kalemêr û pîrejinekê ji gundê Şadêrê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Wê rêxistinê navê wan diyar kir: Mihemed Elo Birîmo yê 70 salî, hevjîna wî Fikret ya 60 salî û Reşîd Mihemed Sîdo yê 65 salî ne.

Ji aliyekî din ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar 5 kes ji gundê Birîmce yê ser bi navçeya Mabeta ve revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birine.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê hatine revandin û hîna çarenivîsa beşeke mezin ji wan jî ne diyar e.

 

S. B