16 pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 566 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 16 kesan jî canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 566 kes bi vîrûsa Koronayê ketin û 16 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 655 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 389 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê, 27 li Germiyanê, 69 kes li Duhokê.

Amaje bi wê jî da, 16 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, kesek li Helebceyê bûn û 2 kes li Duhokê ne. Herwiha 164 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.

Amarên giştî:

Pêketin: 18766 (Hewlêr: 7270, Silêmanî: 9505, Duhok: 1393, Helebce: 598)

Mirin: 686 (Hewlêr: 203, Silêmanî: 461, Duhok: 11, Helebce: 11)

Başbûn: 10644 (Hewlêr: 3886, Silêmanî: 5721, Duhok: 533, Helebce: 504)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

S. B