Hikûmeta Herêmê Rêveberiya Çavdêriya Gumrikê vedike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêveberiya Çavdêriya Gumrikê vedike ku pêngavek e ji bo çaksaziya zêdetir li karê gumrikê li deriyên sînorî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêveberiya Çavdêriya Gumrikê vedike ku pêngavek e ji bo çaksaziya zêdetir li karê gumrikê li deriyên sînorî.

Li gor nivîseke fermî ya Wezareta Darayî û Aborî ku îmzeya Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab li ser e, biryara vekirina Rêveberiya Gumrikê hat vekirin.

Ev di demekê de ye, ji destpêka meha Tîmeha îsal ve projeya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê ketiye warê bicihkirinê û hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, çaksaziyê di tevahiya sektoran de bê kirin.

 

S. B