ÇALA KEVOKAN – Gora bi sedan qurbaniyên DAIŞê

Li navçeya Tilefer a li rojavayê parêzgeha Neynewayê, di nav Çala Kevokan de bi sedan termên qurbaniyên destê DAIŞê hene. Welatiyekî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa wê rojê dike ku çekdarên DAIŞê li ser wê çalê gefa kuştinê lê dixwarin.

K24 – Hewlêr

Li navçeya Tilefer a li rojavayê parêzgeha Neynewayê, di nav Çala Kevokan de bi sedan termên qurbaniyên destê DAIŞê hene. Welatiyekî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa wê rojê dike ku çekdarên DAIŞê li ser wê çalê gefa kuştinê lê dixwarin.

Piraniya wan, nişteciyên wê deverê bûn. Dema DAIŞê navçeya wan dagîr kir, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin gullebarankirin û hemû avêtin nav wê çalê.

Niştecihekî Tileferê ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye, dibêje; ewên ku hatine kuştin ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê, niştecihên Mûsil û Tileferê bûn.

Îmad Elî ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa wê rojê dike û dibêje: “Tevî min du kesên din anîn vê derê, dest û çavên me girêdayî bûn, min dengê du teqeyan bihîst, piştre demançe hat ser milê min. Yek ji wan got; li xwe mikur têyî an na? Min got: Çi, li ser çi li xwe mikur werim? Got: li xwe mikur were ku te alîkariya bêbaweran kiriye. Min di bersiva xwe de got: Min tiştekî wisa nekiriye.”

Sê sal piştî rizgarbûna Mûsilê û nemana desthilata DAIŞê, niha niştecihên wê herêmê, ji hikûmeta Iraqê daxwaz dikin ku ew gora bikom were vekirin.

Îmad Elî herwiha dibêje: “Dema piştî 47 roj şûnde rizgar bûm, malbatên zindaniyên din hatin cem min û ji min li aqûbeta kurên xwe dipirsîn, min ji wan re got; ez sond dixwim ku hemû hatine azadkirin, lê ez nizanibûm hemû xistine nav wê çalê.”

Mu'tez ku yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê ye, di sala 2014an de, 44 roj bi tohmeta ku xwe ji bo Parlementoya Iraqê kiriye namzet, li zindanên DAIŞê maye.

Mu'tez dibêje: “Şev bû, wan ez anîm vê derê, ji min re gotin; em ê te bikujin! Li vir gelek term hebûn û gelek xwîn hebû. Wê demê, du meh bû Mûsil ketibû destê wan.”

Ew devera li Tileferê bi navê "Çala Kevokan" tê nasîn. Kûrahiya wê çalê nêzîkî 50 metre ye. Bi sedan term têde hene ku hemû ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Î.A