Li Serêkaniyê û Tiltemir şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriye de

Liser dabeşkirina mulk û malên xelkê, li Serêkaniyê û Tiltemirê şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriyê de derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Liser dabeşkirina mulk û malên xelkê, li Serêkaniyê û Tiltemirê şer di navbeyna komên Opozisyona Sûriyê de derket.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovî belav kiriye, li gundên Şlah, Zyabye û Rîhaniye yên di navbeyna Tiltemir û Serêkaniyê de, şer di navbeyna komên bi ser Sultan Mûrad û Ehrar elŞerqiye de derket. Di encam de, hejmarek çekdar ji her dû aliyan, brîndar bûn e.

Ligor Rewangehê şerê di navbeyna her dû aliyan de li ser mal û milkên xelkê koçber bû, û ew yek bû sedem, hejmarek ji çekdaran li her dû gundan, xwe vekêşin.

Berî niha Rewangehê belavkiribû, çekdarên Opozisyona Sûriyê dest bi talankirina malên Kurdan li Serêkaniyê û gundên ser bi Tiltemirê ve kirin e. Herweha li gundê Ûm 'Şibe yê ser bi Tiltemirê ve   xaniyên welatiyan şewitandin e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment