Wezareta derve ya Iraqê: Her cûre bersiv beramber êrîşên Tirkiyê vekirî ye
Wezareta derve ya Iraqê radighîne, hemu cûre bersivdanek beramber êrîşên Tirkiyê vekirî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta derve ya Iraqê radighîne, her cûre bersivdanek beramber êrîşên Tirkiyê vekirî ye.
Peyvdarê Wezareta derve yê Iraqê Ahmed Sehaf tevî şermezarkirina êrîşên Tirkiyê, herweha ragihand, bo parastina serweriya xaka xwe, Iraq piştevaniyek mezin heye.
Diyar jî kir, berdewamiya Tirkiyê ,bi destdirêjiyan ser axa Iraqê, bandorê li pêwendiyên di navbera her du welatan de dike.
Tekez kir ku, rê nadin Iraq bibe meydana yekalîkirin a welatên biyanî û hemû eger bo bersivdan a destdirêjiyên Tirkiyê vekirî ne.
C.B