Amerîka hejmara hêzên xwe li Iraq û Sûriyê kêm dike
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî General Kenneth McKenzie radigihîne, Amerîka dê hejmara serbazên xwe li Iraq û Sûriyê kêm bike, lê wan hîn ti ferman di vê derbarê de wernegirtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî General Kenneth McKenzie radigihîne, Amerîka dê hejmara serbazên xwe li Iraq û Sûriyê kêm bike, lê wan hîn ti ferman di vê derbarê de wernegirtine.
General McKenzie pêşbînkir Amerîka û NATO hêzên xwe ji bo demên dirêj li Iraqê bihêle, ji bo şerê li dijî terorê û rûbirûbûna hejmûna Îranê li wî welatî bike, lê hejmara serbazên ku lraqê bimînin diyar nekir.
Lê gor rojnameya “New York Times”, berpirsine din ên Amerîkî diyar kirin, piştî danûstandinên bi berpirsên Iraqî re yên dê vê mehê destpê bikin, dibe ku hejmara serbazên Amerîka li Iraqê bo 3 hezar û 500 serbaz bê kêmkirin.
Wî fermandarê Amerîkî amaje bi wê da, ew heta dawiyê li Sûriyê namînin. Got jî, ew nizane dê heta çi demê li wir bin, lê niha ew kar ji bo jinavbirina DAIŞê dikin.
Tevî ku Serokê Amerîka Donald Trump di Bayîza sala bûrî de gotibû ewê hemû hêzên xwe ku dora 1 hezar serbaz bû ji Sûriyê vekişînin, lê heta niha nêzîkî 500 serbazên Amerîkî bi HSDê re li rojavayê Kurdistanê operasyonan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê dikin.
General McKenzie tekez kir, Amerîka dikare hêzên xwe ji Iraq û Sûriyê vekişîne, ji ber ku hêzên xwecihî li wan welatan dikarin bi tena xwe rûbirûyî DAIŞê bibin, tenê pêwîstiya wan dê bi hin alîkariyên teknîkî û istixbaratî yên Amerîka heye.
S. B