Amerên nû yên Koronayê li Herêma Kurdistanê: 569 pêketin û 13 mirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 569 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 13 kesan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 569 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 13 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 569 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 323 kes li Hewlêrê, 69 kes li Silêmaniyê, 23 li Germiyanê, 45 kes li Duhokê û 11 kes li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 13 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Helebce. Herwiha 177 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.
Amarên giştî:
Pêketin: 19335 (Hewlêr: 7593, Silêmanî: 9597, Duhok: 1536, Helebce: 609)
Mirin: 699 (Hewlêr: 212, Silêmanî: 464, Duhok: 11, Helebce: 12)
Başbûn: 10821 (Hewlêr: 3979, Silêmanî: 5749, Duhok: 578, Helebce: 515)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B