Şêwekar Çiya Nazim Gilî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Hunermendê şêwekar û xweşnivîsê Kurd Çiya Nazim Gilî îro bi vîrûsa Koronayê li bajarokê Çemçemalê koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendê şêwekar û xweşnivîsê Kurd Çiya Nazim Gilî îro bi vîrûsa Koronayê li bajarokê Çemçemalê koça dawiyê kir.
Şêwekar Çiya Nazim Gilî berî hegteyekê ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê, rewşa wî têk çûbû û ketibû bin çavdêriya bijîşkî.
Li gor zanyariyan jî, berî du rojan jî xwişkeke Çiya bi navê Beyar nazim Gilî bi Koronayê canê xwe ji dest dabû.
Hunermendê şêwekar û xweşnivîsê Kurd Çiya Nazim Gilî çendîn projeyên hunerî yên xêrxwaziyê kiribûn, ji wan jî di meha Gulana bûrî de bi boneya Roja Cîhanî ya Pêketiyên Talasîma, hejmarek tabloyên xwe numayiş kirin û buhayên wan bexişandibû nexweşan.
S. B