Li Soranê îro 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Berpirsê Komîteya Bixakspartina qurbaniyên vîrûsa Koronayê ya ser bi Rêveberiya Tendirustiya Soranê Fexredîn Weysî Ebdula ji K24ê re ragihand, li Soranê pêketiyekî din canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Komîteya Bixakspartina qurbaniyên vîrûsa Koronayê ya ser bi Rêveberiya Tendirustiya Soranê Fexredîn Weysî Ebdula ji K24ê re ragihand, li Soranê pêketiyekî din canê xwe ji dest da.

Bi mirina vê haletê, hejmara kesên di 24 demjimêrên bûrî de li Soranê bi Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 3 kesan.

Fexredîn Weysî Ebdula got jî: Termê qurbaniyan bi rêkarên xweparêziyê û bi berçavgirtina rêkarên ola Îslamê bi xakê tên spartin.

Diyar kir jî, ji koma 686 pêketiyên Koronayê li Soran û Riwandizê, ev 8emîn haleta mirinê ye.

Got jî: Bi zêdebûna hejmara haletan re, haletên mirinê jî zêde dibin û vê yekê jî berpirsên îdarî û tendirustî nîgeran kirine.

 

S. B