Amerîkayê spasiya pêngavên Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê kir
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê bi rêya vîdeo-konferansê li ser rewşa sektora perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê axivîn
K24 – Hewlêr
Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê bi rêya vîdeo-konferansê li ser rewşa sektora perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê axivîn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, di civînê de Alan Heme Seîd, Wezîrê Perwerdeyê kurteyek li ser bernameya Wezareta Perwerdeyê pêşkêşî Rob Waller, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê kir.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku Rob Waller spasî û destxweşî li pêngavên Wezareta Perwerde kiriye di danîna çarçoveyek bo pêdeçûna bernameyên xwendinê de û sûdwergirtina ji teknolojiyê di warê perwerdeyê de, giringîdana berçav a wezaretê li medyaya perwerdeyê û herdemîkirina mamosteyên bi girêbest û bi awayekî serkeftî encamdana ezmûnên giştî yên qonaxa 12an a amadehiyê di vê rewşa tendirustiyê de, ku vîrûsa koronayê li cîhanê belav bûye.
Herwiha hat ragihandin ku di civînê de li ser çendîn mijarên din ên perwerdeyî û bandorên belavbûna vîrûsa koronayê li ser sektora perwerdeyê hat gotûbêjkirin.



Î.A