Rojavayê Kurdistanê.. 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 11 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 2 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 11 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 2 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de amarên pêketin û mirina Koronayê yên 24 demjimêrên bûrî ragihandin û diyar kir, 11 pêketiyên Koronayê li herêma Cizîr, Kobanî û Şehbayê hatine tomarkirin.

Diyar kir, kesên nû bi Koronayê ketine, 6 kes li herêma Cizîrê ne, 3 kes li Kobaniyê ne û 2 kes jî li herêma Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mustefa da zanîn jî, 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane ku yek ji wan li Qamişloyê ye û yê din li herêma Şehbayê ye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihîştiye 182 kesan, ji wan jî 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mustefa amaje bi wê da, heta niha 17 pêketiyên Koronayê li herêmên wan baş bûne.

 

S. B