Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê yên hefteyekê belav kirin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di xişteyekê de amarên pêketin û mirina bi Koronayê di heyama hefteyekê de belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di xişteyekê de amarên pêketin û mirina bi Koronayê di heyama hefteyekê de belav kir.

li gor xişteyê, ji roja 7 û ta 14ê Tebaxê li Hewlêrê hejmara pêketin û mirina bi Koronayê bi awayekî berçav zêde bûye û di wê hefteyê de 10 hezar û 66 test hatine kirin û ji wê hejmarê 2 hezar û 343 kes bi Koronayê ketine û 65 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha di xişteyê de hatiye, li Silêmaniyê 5 hezar test hatin kirin, ji wê hejmarê 837 kes wek pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 29 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li Parêzgeha Duhokê, 7 hezar û 15 test hatine kirin, 625 kes bi Koronayê ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Helebce 233 test hatine kirin, ji wê hejmarê 113 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ev di demekê de ye, heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîştiye 20 û 2 kesan, ji wan 11 hezar û 28 kesan baş bûne û 712 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B