Li Herêma Kurdistanê 20 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 658 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 20 kesan jî canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 658 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 20 kesan jî canê xwe jidest dan.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 658 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 443 kes li Hewlêrê, 128 kes li Silêmaniyê, 20 li Germiyanê, 67 kes li Duhokê ne.

Amaje bi wê jî da, 20 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 13 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Germiyanê. Herwiha 115 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.

Amarên giştî:

Pêketin: 20660 (Hewlêr: 8447, Silêmanî: 9904, Duhok: 1686, Helebce: 623)

Mirin: 732 (Hewlêr: 232, Silêmanî: 477, Duhok: 11, Helebce: 12)

Başbûn: 12207 (Hewlêr: 4216, Silêmanî: 5803, Duhok: 660, Helebce: 528)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

 

S. B