Tendirustiya Hewlêrê: Tê pêşbînîkirin ku hejmara pêketiyên koronayê kêm bibe
Amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derdixin holê ku li Hewlêrê her roj hejmareke mezin ji welatiyan bi koronayê (Covid-19) dikevin. Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê pêşbînî dike ku heta dawiya vê mehê, haletên tûşbûna koronayê kêm bibin.
K24 – Hewlêr
Amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derdixin holê ku li Hewlêrê her roj hejmareke mezin ji welatiyan bi koronayê (Covid-19) dikevin. Rêveberiya Tendirustiyê ya Hewlêrê pêşbînî dike ku heta dawiya vê mehê, haletên tûşbûna koronayê kêm bibin.
Tendirustiya Hewlêrê amaje bi wê yekê dike ku niha zêdetirî 300 pêketiyên koronayê li nexweşxaneyên Hewlêrê tedawî dibin, eger welatî pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û xwe biparêzin, di demeke kêm de hejmara pêketiyan dê kêm bibe.
Dilovan Mihemed, Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê dibêje: “Piraniya nexweşên ku li nexweşxaneyê razane, pêwîstiya wan bi oksîjenê heye, di nav wan de nêzîkî 150 nexweş, rewşa wan giran e.”
Bijîşkên Hewlêrê ku li navend û nexweşxaneyên tedawiya pêketiyên koronayê (Covid-19) dixebitin, li ser sedema zêdebûna pêketiyan eşkere dikin ku welatî pabendî rênimayên tendirustiyê nabin. Herwiha ji welatiyan daxwaz dikin ku xwe biparêzin da ku rê li ber zêdetir belavbûna vîrûsa koronayê bigrin.
Heval Faris, Rêveberê Nexweşxaneya Rizgarî diyar dike: “Mixabin welatiyên me di cîbicîkirina rênimayên tendirustiyê de alîkarê me nebûn. Me çendîn car behs kiriye. Ne tenê li vir, li hemû cîhanê pirsgirêk ev e: eger hejmara nexweşan zêde bibe, ti nexweşxane nikare hemû nexweşan werbigre.”
Li navenda Hewlêrê, çar nexweşxane weke nexweşxaneyên tedawiya koronayê hatine diyarkirin û zêdetirî 300 nexweş li wan nexweşxaneyan tedawî dibin, ji wan nexweşan jî 150 kes, rewşa wan giran e.
Î.A